TEKOŞÎN BI CIVAKA RÊXISTINKIRÎ YA KU XWE DISPÊRE KOMUNÊ VE SERKEFTINÊ BIDESTDIXE!

Mûstafa Karasû

ekleyen Komînal

TIRKIYA VÊ NIVÎSÊ BIXWÎNE

Eger xwe rêxistin kirin bi şiklê komunê bibe, ne pêkane ku bi zordarî û zextê ve bihêsanî bê belav kirin.   Ji ber ku komun, rêxistinek  fonksiyonel e. Yanê jiyan bixwe ye.  Ji ber vê yekê civak xwedî lê derdikeve. Jiyanên ku ne komun bin, di wateya rast de ne civakparêz in.

Her ku kapîtalîzm li her dera cîhanê pêş dikeve û mezin dibe, pirsgirêkên ku mirovahî di her warî de rû bi rû dimînin hîn girantir dibin. Di jiyana mirovan de pirsgirêk bi serdestiya li ser jin û çînayetiyê  ve dest pê kiriye, bi dewletbûnê re mezin bûye, kapîtalîzmê jî îro ev pirsgirêk gihandine astek giran a ku hetanî niha nehatiye dîtin. Kapîtalîzm pergaleke ku bi xerabkirin, belavkirin û mezaxtina civakê ve  mezin dibe. Ji ber vê yekê, dijminê mirovahiyê ye. Civakîbûna ku bûye forma hebûna mirovahiyê,  her ku kapîtalîzm mezin dibe teng dibe û wekî ku îro tê dîtin serberjêr dibe. Civakîbûn di rewşa nexweşekî giran a ku li ser textê mirinê radizê de ye. Heta ku civakîbûn li ser bingeha komunalîte û komunan ji nû ve ranebe ser piyan, mirovahî nikare ji van pirsgirêkên giran ên ku dijî rizgar bibe. Rêber Apo vê rastiyê di nav dîroka wê de datîne holê û destnîşan dike ku çareseriya wê jî di vegera li komunalîteyê de ye. Ji vî aliyê ve, Manîfestoya Civaka Demokratîk û Komunal a Rêber Apo, ji bo mirovahiyê banga rizgariya serdema me ye.

 

Kapîtalîzm eynî wekî Sodom û Gomoraya di dîrokê de neçarî  tunebûnê ye

Li kîjan welatî kapîtalîzm bêhtir pêş ketibe, li wir mirovahî bêhtir miriye. Bêguman, çand û nirxên civakî yên mirovahiyê yên ku xwe dispêrin bi deh hezaran salan, di asteke diyar de dijîn. Ev nirx, li her devera ku jiyana civakî lê heye, di astek diyarkirî de bi cih bûne. Lê belê, modernîteya kapîtalîst çanda xwe ewqasî berfireh û kûr dike ku ev nirx jî di bin êrîşek giran de ne. Modernîteya kapîtalîst ferdperestiyê ewqasî pêş dixe û vêya bi şiklê êrîşek çandî pêktîne ku dixwaze nirxên civakî yên ku di nava dîrokê de pêkhatîn jî bi erdê re bike yek.  Ji ber ku êdî kapîtalîzm tenê nikare bi ferdperestiyê ve jiyan bike; dixwaze vê yekê kûr bike, ferdperestiyê bixe nav hemû şaneyên mirov û dixwaze wiha hebûna berdewam bike. Îro em behsa kûrkirina her rojî ya ferdperestiyê dikin. Kapîtalîzm vêya bi sektora çandê ve pêktîne. Yek ji sektora herî mezin a cîhanê ku çanda kapîtaîîst ango ferdperestiyê kûr dike, sektora çandê ye. Kapîtalîzm wek esas bi vê yekê ve xwe mezin dike. Jixwe kapîtalîzma ku mezin nebe, ber bi kapîtalîzma ku hildiweşe ve diçe. Lê belê eger kapîtalîzm êdî mezin jî bibe û nebe jî, nikare pêşiya hilweşîna xwe bigire. Kapîtalîzma ku  ji her aliyê ve pirsgirêkên civakî kûr dike, wê wekî bajarên Sodom-Gomora neçarî tunebûnê bibe.

 

Em nikarin têkoşînê bi têgehên serdema şerê sar vepênase bikin

Kapîtalîzma kûrewî  ji Şerê Yekemîn ê Kendavê û hetanî niha di niava Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ye. Dirêjbûna Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, bi karakterê kapîtalîzma kûrewî û têkoşîna nav xweyî ve girêdayî ye. Zêde kirina rasterast û nerasterast a vî şerê ku binavend Rojhilata Navîn,  êdî bi hewcedariya hevsengiyekê ya sîstema kapîtalîst a gerdûnî ya ku li ser bingehê civaka xerckirî ve girêdayî ye. Bêguman, her çiqas pergala kapîtalîst a gerdûnî di nava xwe de bibe xwedî hevsengiyeke îzafî jî, wê  tekoşîna navxweyî bi rê û rêbazên cur be cur ve berdewam bike. Karakterekî girîng ê kapîtalîzma gerdûnî jî ew e ku têkoşîna navxweyî dewamî ye. Ev ne tekoşînek navbera qamp û an jî blokan e.  Avakirina qamp an jî blokan, têgehên serdema beriya kapîtalîzma gerdûnî û serdema şerê sar in. Êdî em nikarin bi van têgehan ve tifaq û têkoşîna di nav kapîtalîzma gerdûnî de pênase bikin. Bi rastiyên aborî-siyasî yên ku nav û bi Şerê Cîhanê yê 3’emîn ve derketîn holê ve hatiye  fahm kirin ku êdî  kapîtalîzma kûrewî nikare wekî pir-cemserî an jî yek-cemserî bê pênase kirin.

Gava ku DYA dixwaze xwe bike serwerê yekane û yek-cemser; Çîn, Rûsya û Ewropa cîhaneke pir-cemserî dixwazin. Ev bi rastî,  dibe nirxandina bûyer û rûdanên ku bi bûyer û diyardeyên beriya kapîtalîzmê yan jî pêvajoya şerê sar.  Ev her du nêzîkatî jî di pênasekirina rastiyan an jî rewşên ku derketine holê de kêm dimînin.

Bêguman, welat û devletên kapîtalîst ên heyî ji aliyê hêzê ve ne wekhev in. Hinek ji hinekên din bihêztir in an jî lawaztir in. Heta ji hin aliyan ve hinek dikarin ji yên din bihêztir bibin, lê dibe ku ji hin aliyan ve jî ne di heman hêzê de bin.  Bêguman, rehend ji hev ne qut in. Lê belê dibe ku wek demkî ne di heman astê de bin.  Ji ber ku dibe rewşên aborî, çandî, civakî û siyasî bi sedemên cur be cur ve di astên cûda de bin.

 

Pîramîda hêzê û hevsengiya hêzê

Çawa ku di nav kapîtalîzma kûrewî de cudahiyên wekî hêzê hebin, ji ber berjewendiyên komikan tifaqên diyar jî hene.  Ketin û derketina ji van komikên hêzê jî nerm e. Çawa ku di pîramîdên hêzê bixwe de guhertinên cih hebe, derketina ji nava hêzekê û derbas kirina nav hêzekê din jî pêkan e.  Têkoşîna di nav kapîtalîzma kûrewî de hem daîmi ye û hem jî bi vî rengî dînamîk e. Ev kombûnên mijara gotinê yên ku em dikarin wekî tîfaqa bi karakterê kapîtalîzma gerdûnî jî binirxînin, bi girtina cîhekî baştir ve girêdayî ye.  Ev bi temamî rewşên têkoşîna navxweyî ya pergala kapîtalîst a kûrewî ve girêdayî ne; bi Şerên Cîhanê ya 1’emîn û 2’emîn ve, bipêvajoyên beriya niha û bi pêvajoya şerê sar ve nikare bê muqayese kirin.

Gava ku di vê çarçoveyê de bê mêze kirin, Emerîka dewletek bû ku di her qadê de hêz bû, di rêzê de jî li pêş bû.  Lê belê Çînê di dehsalên dawî de ev navber bi rêjeyek girîng ve girtiye û bûye hêzek bibandor û girîng a sîstema kapîtalîst a kûrewî.

Ji aliyê din, ji ber ku kapîtalîzma kûrewî hewceyî bi tifaqên dema beriya şer û di heyama şer de nabîne, lewra bi Ewropayê re ket nava helwestek ku pêwendî û tifaqa ku xwe dispêre berê nedomîne.  Ev rewş ne bi kesayetî an jî polîtîkayên Trump ve girêdayî ye. Ev pirsgirêkên ku karakterê îro yê kapîtalîzma kûrewî afirandine. DYA û Ewropa bi hêsanî dest ji hev bernadin, lê divê mirov li bendê nebe ku têkiliyên xwe mîna serdema kevn bimeşînin jî. Êdî wê têkilî û tîfaq ne li gorî serdema şerê sar û beriya wê, wê lê li gorî karakterê kapîtalîzma gerdûnî naverok û şêwe qezenç bike.

Şerê Rûsya-Ûkraynayê çêbû. Lê belê ji bilî Belarûs û Korêya Bakur, ne Çînê û ne jî welatekî din piştgiriyeke eşkere neda Rûsyayê. Çînê nedikarî polîtîkayek ku kapîtalîzma kûrewî bihejîne berdewam bike; ji ber ku di rewşek wiha de wê zirara herî mezin daba xwe. Bêguman, xwestiye ku Ûkrayna û hêzên li pişt wê lawaz bibin. Di vê çarçoveyê de hin piştgiriyên wê ji bo Rûsyayê çêbûne. Lê belê ji bo ku nebe hevalbendek şer, bi baldarî jê reviyaye.

Dibe ku polîtîka û refleksên beriya kapîtalîzma gerdûnî ji bo demekê berdewam bikin. Ji ber ku em hîna nû ji pergala beriya kapîtalîzma kûrewî û nêzîkatî ile refleksên polîtîk afirandî, dûr dikevin. Sîstem û pergal jî di cih de û yekser naguherin. Lê belê bi derbasbûna demê re wê refleks û polîtîka li gorî karakterê kapîtalîzma gerdûnî şiklê xwe bigirin.

 

Girîngiya Rojhilata Navîn

Rojhilata Navîn di dirêjahiya dîrokê de xwedî taybetmendiyeke wisa ye ku hevsengiyên siyasî ava dike. Di cîhanê de erka girîng Rojhilata Navîn bicih aniye. Îro jî ev girîngiya Rojhilata navîn kêm nebûye. Îro Ewropa, Rojhilata Navîn û Efrîqa eynî mîna parzemîneke yekpare ne. Ji vî aliyê ve, gotinên ku dibêjin giringiya siyasî ya Rojhilata Navîn wê kêm bibe, ne rast in.

Niha şerê cîhanê yê bi navend Rojhilata Navîn berdewam dike. Di  Rojhilata Navîn de şerek ji bo avakirina pergalek siyasî ya bi navend DYA-Îsraîlê tê meşandin. Bêguman di nav vê hevsengiya siyasî de cîhek ji Ereban re jî tê dayîn. Îsraîl di girîngî û bandor çêkirinê de bi hebûna xwe ve, di Rojhiata Navîn de cih digire.   Lê belê giringiya Rojhilata Navîn ne ji ber hebûna petrolê an jî ji ber pozîsyona Îsraîlê ye. Bi van re, ji ber hêza wê ya dîrokî, civakî, çandî û ji ber ku bi  parzemîna Efrîqa-Ewropayê re yekparebûnekê nîşan dide. Jixwe hewza Deryaya Spî (Akdeniz) di dîrokê de jî yekparebûneke wiha derxistiye holê. Divê mirov di roja me de behsa yekparebûnek ku pêwendî û yekparetiya hezaran sal beriya niha derbas dike, bike. Pêwîste mirov bibîne ku aliyek wiha ya berdewama Şerê Cîhanê ya 3’emîn a binavend Rojhilata Navîn jî heye.  Gava  ku mirov wiha binêre dikare nirxandinên biîsabet jî bike.

 

 Têkiliyên DYA-Ewropayê di çi astê de ne?

Emerîkayê heta niha di destwerdanên xwe yên li ser Rojhilata Navîn de di serî de Îngilîstan, hevalbendên xwe yên di nav NATO’yê de jî dikir şirîkê xwe. Lê belê, di êrîşên ku ligel Îsraîlê birin ser Îranê de Ewropa nekir şirîkê xwe yan jî hevalbendên wî yên Ewropî qebûl nekirin ku bibin şirîkê şerekî wiha. Tê fahm kirin ku di şêwazê destwerdanê de bi hevalbendên xwe yên di nava NATO’yê de li hev nekiriye. Her çiqas Emerîkayê giraniya xwe danîbe holê û xwestibe van hêzan tevlî bike jî, nekariye encamên ku dixwest bi dest bixe.  Heta Îngilîstana ku şirîkê herî nêz ê Emerîkayê jî,  destwerdana DYA’yê qebûl nekir. Di şerekî ku Îngilîstan li kêleka DYA’yê cîh negire de, nedihat hêvîkirin ku welatên din ên Ewropayê tevlî bibin. Di pêvajoyê de hîn zelaltir hat dîtin ku Îngilîstan naxwaze pergala Rojhilata Navîn a ku piştî Şerê Cîhanê ya 1’emîn avakirî,  bi rengekî bikok biguhere. Di navbera têgihîştina guhertinê ya tîfaqa DYA-Îsraîlê û ya Îngilîstanê de cudahî hene. Ji aliyê din ve Ewropa, bihêz bûna pir xurt a di Rojhilata Navîn de ya Emerîkayê li gorî berjewendiyên xwe nabîne.  Dibe ku DYA dîsa li Rojhilata Navîn bi bandor bibe, lê Ewropa vê yekê wekî rîskekê dibîne ku Emerîka hemû polîtîkayên xwe bi ser wan bisepîne. Tê dîtin ku cudahiya navbera polîtîkayên DYA û Ewropayê yên li Rojhilata Navîn bi vî rengî ye.

 

DYA û Îsraîl, rewşek ku Îran ji kontrola wan derbikeve qebûl nakin

DYA û Îsraîlê derbên gelekî giran li Îranê xistine. Wekî îhtîmalekê di rojevê de ye ku komikek rejîma Îranê ji bo ku li ser desthilatdariyê bimînin tawîz dane Emerîka û Îsraîlê. Eger tevgerek gel a berfireh ku sûdê ji vê rewşa lawaz a Îranê werbigire derbikeve holê, dibe ku di Îranê de guhertinên bi kok jî çêbibin. Lê belê hêzên mûxalif ên di nav Îranê de belavbûyî ne û nikarin tevgereke hevpar ava bikin. Ji aliyê  din ve, Emerîka û Îsraîl jî rewşek ku ji kontrola wan derbikeve qebûl nakin. Ji vî aliyê ve, wê rewşên siyasî û leşkerî yên ku wê li Îranê derbikevin holê,  asta guhertinê destnîşan bikin. Bi kurtasî, gelekî zehmet e ku rejîma heyî ya Îranê mîna berê li ser piyan bimîne.

Guhertina rejîma li Îranê tenê ji aliyê eniya DYA-Îsraîlê ve nayê xwestin. Welatên Ereb jî bi şertê ku ne radîqal be, dixwazin ku desthilatdariya heyî û polîtîkayên ku dimeşîne biguherin. Hatta dixwazin wê bikin aliyekî peymana Îbrahîmî jî. Îraneke bi vî rengî dê bibe tercîha DYA û Îsraîlê jî. Hêza herêmî ya yekane naxwaze li Îranê guhertin çêbibe Komara Tirkiyeyê ye. Polîtîkaya wî ya esas li ser vê bingehê ye. Bêguman,  Komara Tirk rejîma lewaz bûyî lê li ser piyan dimîne tercîh dike. Gava ku li Îranê guhertinek çêbibe jî, berê xwe dide polîtîkayeke wisa ku ji bo berjewendiyên xwe sûdê jê werbigire.

 

Têkiliya Îran-Tirkiyeyê û tengaviya Tirkiye ya di polîtîkaya derve de

Li aliyê din, Tirkiye û Îran hêzên wisa ne ku dixwazin statûkoya herêmî li ser piyan bimîne.  Ji aliyekî ve di nav rîkberiyek herêmî de ne, lê ji aliyê din ve jî ji bo ku rejîmên xwe yên li ser gelan zext çêdikin daîmî bikin ji hev hêz digirin.  Ji bilî têkilî û polîtîkayên subjektîf, pozîsyona  wan a objektîf jî di vê rewşê de bû. Jixwe ji ber vê yekê, desthilatdariya AKP-MHP’ê ji guhertinên ku li Îranê diqewimin ditirse.

Guhertineke ku li Îranê çêbibe wê rasterast bandorê li ser Tirkiye û Sûriyeyê jî bike. Ji ber vê jî Tirkiye geşedanan rojane heta saet bi saet dişopîne; li gorî vê yekê têkiliyên xwe yên taktikî û polîtîk eyar dike. Di vê navberê de gelek hêz jî biawayek amadeyî dikevin nav geşedanên ku wê li Rojhilata Navîn biqewimin. Têkiliyên ku Îsraîlê li gel Qibrîs û Yewnanîstanê avakirine, ji aliyekî ve avakirina xetek li dijî Tirkiyê ye. Heta hin welatên Ereb jî ji eleqedariya Tirkiye ya di serî de li gel Lîbya û Efrîqayê re aciz in. Ji vî aliyî ve, di nav tîfaqa Îsraîl-Qibris-Yewnanîstanê de rasterast an jî nerasterast welatên Ereb jî hene. Eger em bihizirîn ku pişt vê tifaqê hinek welatên Ewropayê jî hene, wê demê Tirkiye di polîtîkaya derve de di nav tengaviyekê de ye.  Her çend bixwaze bi sûdwergirtina ji nakokiyên nav NATO’yê ve van polîtîkayên li dijî xwe bêbandor bike jî, ev rewş wê hêzeke pir mezin nede Tirkiyeyê. Lê belê ji bo ku tiştên gelekî mezin winda neke, dikare bibe xwedî wateyekê.

Jixwe derdê herî mezin a dewleta Tirk hîn jî ew e ku Kurd bigihijin rewşeke wisa ku destkeftiyên pir mezin bi dest bixin. Birastî hemû têkilî û polîtîkayên wî ji bo astengkirina destkeftiyên Kurdan e. Ji ber ku îro Kurd bi nifûsa xwe ya 60 mîlyonî ve gihiştiye  pozîsyonek wisa ku dikarin gelek bandorên siyasî bikin. Di mijara ku wê Kurd deskeftî bidestbixin de ew qas bifikare ku hîna dest ji polîtîkayên Kurdan bixîne bin serweriya xwe û di nava demê de bi qirkirinê re rû bi rû bihêle bernedaye.   Ji ber vê yekê, her çend her roj li dijî Îsraîlê daxuyaniyan bide jî, dixwaze di serî de li ser Emerîkayê re bi  Îsraîlê re li hev bike û polîtîkaya xwe ya serdestiyê ya li ser Kurdan berdewam bike. Xweş axaftina balyozê DYA’yê Tom Barack a di civîna dîplomasiyê ya Antalyayê de, li ser li hev hatina Tirkiye û Îsraîlê bû. Niha li gel ku ev salek û niv zêdetire bi Tevgera Azadiyê re di nav hevdîtin û agirbestekê de ye jî, lê hîna dest ji polîtîka û pêwendiyên xwe yên wiha bernedaye.  Ji ber ku di xwe de veguherandinek zîhnî ya ku di wan polîtîkayan de guhertinek girîng çêbike jiyan nekiriye.  Ji ber vê yekê, polîtîkayên xwe li gorî konjonktûra siyasî eyar dike.

 

Tirkiye di her warî de kaoseke siyasî dijî

Tirkiye li gorî hesabên xwe, dixwaze ji zehmetiyên ku DYA di şerê li dijî Îranê de dikişîne jî sûdê werbigire. Hewl dide tengavbûna DYA’yê wekî rewşeke wisa binirxîne ku hîn jî girîngiya xwe pê bazar bike. Eger Îran bi rûxandinekê re rû bi rû nemîne, wê dewleta Tirk vê yekê ji bo pozîsyona xwe wekî rewşeke girîng bibîne. Bi vî rengî, hesab dike ku polîtîkaya xwe ya li ser Kurdan berdewam bike. Lê belê, her çend hin tengavbûnên DYA’yê hebin jî, ne pêkan e ku Tirkiye li Rojhilata Navîn vegere pozîsyona xwe ya kevn. Tirkiye ji vî aliyî ve, bi xeyala serdema borî dijî. Eger xwe ji vê rewşê rizgar neke, wê ji niha û pê ve bi rewşên zehmet re rû bi rû bimîne.  Yêkane rêya ku ji vê rewşê derbikeve ew e ku bi Kurdan re lihev bike.  Lê belê, di nav hişmendiyeke siyasî ya wisa de nîn e ku vê yekê bike. Bi rastî, tişta ku  niha dewleta Tirk dijî ji aliyekê ve aloziya polîtîk e. Wê pêşketinên herêm û hundir diyar bikin ku wê çawa ji vê aloziyê derbikeve.

Di nav meha gulanê de Trump serdana Çînê kir. Her çend aliyên vê hevdîtinê yên der barê Rojhilata Navîn de hebin jî, tê dîtin ku bi eslê xwe re girêdayî pirsgirêkên li seranserê cîhanê ye.

 

Trump ne dîn e û ne jî kesek wisaye ku nizane çi bike!

Bêguman her çend Trump xwestibe ku Çîn piştgiriya Îranê neke jî, di vê mijarê de ji bilî hin hevokên xweş, nikare were gotin ku encamek bi dest xistiye. Wek esas Trump  ev hevdîtin li ser pirsgirêkên aborî û siyasî yên gerdûnî lidar xistiye. Jixwe şêwirmend û karsazên ku bi xwe re biribûn jî, bêhtir bi van mijaran re eleqedar dibûn. Yên ku Trump anîn ser desthilatdariyê, pirsgirêkên modernîteya kapîtalîst ên li cîhanê û DYA’yê ne. Trump, ji bo çareserkirina van pirsgirêkan anîn ser desthilatdariyê. Polîtîkayên wî, şêwaza wî û gavên ku ew diavêje bi temamî li ser vî esasî ne. Yanê nêzîkatiyek wî ya ku tenê vê rewşa heyî rêvebibe tineye. Ango tenê ne rêvebirina qeyrana kapîtalîzmê, wek rêveberiyek ku destwerdanê li ser wê qeyranê bike dixebite.  Ew ne dîn e û ne jî kesek wisaye ku nizane çi bike! Bi temamî di nav polîtîka, sekn û gotinên ku modernîteya kapîtalîst hewceyî pê bîne de ye.

Niha Çîn hêzek bibandor a sîstema modernîteya kapîtalîst e. Êdî sîstema modernîteya kapîtalîst a gerdûnî, bêyî Çînê nayê fikirîn. Wê hewl bidin pirsgirêkên kapîtalîzma kûrewî, di nav pêwendiyan de çareser bikin. Yanê ev nayê wateya ku eger  Emerîka û Çîn di nav rîkberî û pozîsyonek li dijî hev de bin jî; wê bi hevdu re nekevin nava pêwendiyê û di hin mijaran de nebin yek. Di mijara kapîtalîzma kûrewî de du hêzên sereke ne.  Ev hevdîtin ji aliyekî ve jî dibin hevdîtinên diyarkirina diyalektîka têkilî û têkoşînê. Gava ku her du serok jî li şûna bibêjin şer, dibêjin; em di nav têkiliyên baş de bin, jixwe mebest jî ev e.  Eger em ê îro  bi zanînên şerê sar û beriya şerê sar ve nêzîkî pirsgirêkên siyasî yên cîhana me nebîn, divê em vê hevdîtînê wiha fêm bikin. Her du alî jî ketina nav şerekî ji bo berjewendiyên xwe rast nabînin. Di pêvajoya şerê sar de nirxandina ku wê ji ber hevsengiya çeka dendikî nekevin şer hebû. Ji ber vê yekê peyman çêdikirin. Niha jî ji hevsengiyek dendikî zêdetir, ji ber ku hêzên bingehîn ên kapîtalîzma kûrewî ne lewra pêwendiyek wiha didomînin. Wê bi vê hevdîtinê re dest ji têkoşîn û rîkberiyê bernedin, lê wê bala xwe bidin hin tiştên dualî. Bi kurtasî, hevdîtina DYA-Çînê bi hin pirsgirêkên navxweyî yên kapîtalîzma gerdûnî re girêdayî bûn.

 

Mezin bûna  Çînê û hewldanên DYA’yê yên ji bo sînordarkirinê

Çînê bi vê hevdîtinê re hêza xwe ya aborî, siyasî û leşkerî ya ku bi defacto ava bûye, bi eşkere nîşana hemû cîhanê daye. Ev ji bo Çînê bûye destkeftiyeke girîng a psîkolojîk. Emerîkayê jî bi vê hevdîtinê re peyama ez hîn jî hêza herî mezin im,  di araste kirina polîtîkayên cîhanê de li pêş im daye.  Her çend Emerîkayê hebûna xwe careke din nîşandabe jî, aliyê ku ji vê hevdîtinê bi qezenc derketî Çîn e. Ji pêkhatina hevdîtina ku Trump-Xi 3-4 meh şûn ve li Emerîkayê çêbikin da tê fêmkirin ku wê di vê hevdîtinê de pirsgirêkên pergala kapîtalîst a kûrewî nîqaş bikin, şêwazê tekoşîna siyasî-aborî, diyalektîka pêwendî-nakokî li gorî karakterê pergala kapîtalîst a kûrewî diyar bikin.  Ji ber ku şer di pergala kapîtalîst a gerdûnî de,  her çend mîna Şerên Cîhanê ya 1’emîn û 2’emîn nebin jî, têkoşîn û rikberiyek herdemî dihewînin; ji ber vê yekê hevdîtinên bi vî rengî ji aliyê hêzên sîstemê ve wekî pêdivî tên dîtin. Lê belê ev hevdîtin pirsgirêkan kêm nakin, şeran nadin sekinandin. Dibe ku ji bo demên diyarkirî sivik bikin, lê paşê dîsa dikevin nav têkoşîneke giran û daîmî. Wê di demên pêş de bi awayek zelal rewşa pirsgirêk û tekoşîna pergala kapîtalîst a kûrewî şêweyek çawa bigire diyar bibe. Dibe ku ji bo demekê statûkoyek îzafî jî ava bibe, lê wê bêyî ku demek dirêj biajo em ê bi pêvajoyek ku rehenda şer û heta hinek şerên herêmî derketine pêş, rû bi rû bimînin.

Çîn biawayek lez mezin dibe. DYA jî vê yekê dibîne. Ji ber vê yekê, hîna di gelek aliyên ku xwe bihêz bine de hewl dide vê pozîsyona xwe bikar bîne û berê xwe dide polîtîkayên ku pêşketina Çînê sînordar dike û  disekîne ne.  Jixwe anîna Trump a li ser desthilatdariyê ya ku ji aliyê hêzên super ên aboriyê yên Emerîkayê ve pêkhatî; ji ber vê mebestê bû.  Ji ber vê yekê Trump biryarên nediyar digire û bi cih tîne. Biryara li ser Venezuelayê jî bi armanca  qezenckirina derfet û avantajên nû ji bo Emerîkayê hatiye wergirtin. Ev cûre biryar, ji bo parastina cîhê bibandor a di nava kapîtalîsta kûrewî de ya Emerîkayê tê standin. Ev şêwazê destwerdan û şer jî, bi karakterê pergala kapîtalîst a gerdûnî ve girêdayî ye. Biryarê digire, disepîne; ji ber ku derxistina şerekî mezin nayê hesaba hêzên din jî, lewra rewşa hatiye sepandin qebûl dikin.

Nirxandinên ku em ji bo sîstema kapîtalîst a gerdûnî dikin, li ser daneyên heyî tên kirin. Lê belê şêwaz û rêbaza têkoşîna navxweyî ya sîstema kapîtalîst a gerdûnî wê di pêşerojê de hîn zêdetir zelal bibe.

 

Pozîsyon û rewşa Kurdên li Rojhilat

Emerîka bi Îranê re di nava lêgerînek lihev kirinê de ye.  Ji ber ku Îran jî tengav bûye,  lewra dikare peymaneke wisa bike ku daxwazên Emerîkayê bi rêjeyeke girîng qebûl bike. Lê belê, ji ber ku peymanek wiha wê di nav rejîma Îranê de bibe sedema şikandineke îdeolojîk, loma dibe ku di berxwedanê de jî israr bikin. Ev yek jî tê wateya ji nû ve destpêkirina şer. Eger Kurd di naverastek ku şer dirêj dibe de rû bi rû bimînin, dibe ku di parastina pozîsyona xwe ya heyî de zehmetiyê  bikişînin. Tê gotin ku di Rojhilatê Kurdistanê de zext zêde bûne.  Eger rejîma Îranê li şûna ku bi Kurdan re li hev bike,  di zext û şer de israr bike; îhtîmal heye ku rewşên wiha hevsengiyê heyî xira dikin derbixîne holê.  Ji ber vê jî Kurd hem bi şêweyek baldar û hem jî di nava fikarekê de pêvajoyê dişopînin. Hetanî niha pozîsyona xwe ya heyî parastin. Eger di vê rewşa siyasî de ya ku vê seknê bidestdixe da  guhertin çêbibe, dibe ku Kurd jî bi vî şêweyî yan jî bi şêweyek din pozîsyona xwe biguherînin.  Ji ber ku wan heta niha di bin şerekî giran de xwe li derveyî şer digirtin. Lê belê, eger di nava şerek tund de cih bigirin dibe ku her kêliyê rewşên nû jî derbikevin holê.

Tevgera Azadiya Kurd heta niha destnîşan kiriye ku ne destwerdanên derve û ne jî polîtîkayên desthilatdariyên herêmî nikarin pirsgirêkan çareser bikin.  Berevajî vê, diyar kiriye ku pirsgirêkan hîn girantir dikin. Gava ku vê sekna siyasî nîşan dide jî, gelek caran aniye ziman ku dema êrîşek li ser gelê Kurd çêbibe jî wê bêdeng nemîne.

 

Rejîma Şamê polîtîkayên tasfiyekirina xweseriyên Kurdan dimeşîne

Li Sûriye û Rojava jî hîn zelal nebûye ku wê pêvajoya siyasî ber bi ku ve biçe û wê çawa bi dawî bibe. Her çend bi peymana 29’ê Çileyê re lihevkirinek hatibe çêkirin jî, nêzîkatiyên rejîma Şamê yên der barê pratîk kirina vê de neyîn ne. Li şûna ku hebûn û rêveberiyên xweser ên Kurdan nas bike polîtîkayek ku rêveberiyên xweser tevahî tasfiye dike dimeşîne.  Bi taybet helwesta wî ya li ser mijara zimanê dayîkê, rûyê rastîn ê desthilatdariya Şamê nîşan dide. Ji ber ku ne xwediyê zihniyeteke demokratîk in, lewra  hewl didin her derê bi hişmendiya dewleta navendî bidestbixin.  Ev yek jî bêguman aloziyê derdixe holê.

Gelên Rojava yên ku bi deh hezaran şehîd dane, ferzkirinên bi vî rengî qebûl nakin. Ji vî aliyê ve, wê pêvajoya entegrasyonê  wekî pêvajoyek têkoşînê derbas bibe. Gel wê bi rastiya civaka birêxistinkirî re li dijî ferzkirinên bi vî rengî rabe û bi hêza civaka birêxistinkirî re wê di nav têkoşîneke wisa de be ku hebûn û xweseriya Kurdan mîsoger bike. Ev yek wê tenê ne parastina destkeftiyên bingehîn ên gelê Kurd be, di heman demê de wê bibe têkoşîna demokratîkbûna Sûriyeyê jî. Ji ber ku hetanî li Sûriyeyê demokratîkbûn pêş nekeve, parastina mayînde ya destkeftiyan jî ne pêkan e. Hikûmeta Şamê ji aliyekî ve mîna dewleta Tirk li gorî konjonkturê nêzîk dibe.  Diyar e ku rewşa niha di berjewendiya xwe de dibîne û dixwaze destkeftiyên ku Şoreşa Rojava afirandine paş bixe, heta ji holê rake. Hewl dide piştgiriya ku hêzên navnetewî û Tirkiye didin, di vê pozîsyonê de bikar bîne. Lê belê, hişmendiya azadiyê û asta rêxistin kirî ya gelê me yê Rojava, Rojhilata Navîn û hemû  Kurdên cîhanê destûra tiştek wiha nadin. Welê ku  Kurdê Rojava tekoşîna deskeftiyên xwe bi hêza civakî ya rêxistinkirî ve didomîne.

 

 Pêvajoya aştiyê û geşedanên piştî wê hatin jiyan kirin  

Tirkiye di heman demê de yek ji kevirên girîng ên statûkoya heyî ya li Rojhilata Navîn e. Ji ber ku Tirkiye hejandinên li Rojhilata Navîn dît, lewra ji bo ku vê serdemê bêyî xeteriyên mezin re rû bi rû bimîne derbas bike; rawestandina şerê  ku li dijî Kurdan dimeşîne, girîng dît.  Berê digot “pirsgirêka min a man û nemanê heye” û li dijî Tevgera Azadiya Kurd şerekî qirêj dimeşand. Lê belê, vê carê dîtin ku eger ev şer berdewam bike, ew ê bi pirsgirêka man û nemanê re rû bi rû bimîne.  Li aliyê din şerê ku ev 10 sal bû didomandin,  di hundir de bibû sedema pirsgirêk û hejandinên giran.  Ji ber vê yekê, Devlet Bahçeli bi eşkere banga sekinandina şer kir. Rêber Apo jî pêvajoyek ku şerê heyî dide sekinandin û faktorên şer diafirîne bi pêngavên hiqûqî û siyasî ji holê rake pêşniyar kir.  Gava ku desthilatdariya AKP-MHP’ê nêzîkatiyek erênî nîşana vê pêşniyara Rêber Apo da, bangawaziya xwe ya 27’ê Sibata 2025’an kir.  Dema ku banga 2025’an bi baldarî were xwendin, projeya çareseriyê û pêşniyarên Rêber Apo bi zelalî tên fêmkirin. Ev metna hatî xwendin, metnekî wisa ye ku di bin kontrola dewletê de, yanî bi pejirandina dewletê re derbas bûye.

Tevgera Azadiya Kurd jî ji bo ku hêz bide projeya çareseriyê ya di vê metnê de, bangên Rêber Apo bi cih anîn. Rêber Apo di salvegera 27’ê Sibatê de diyar kir ku qonaxa yekemîn, yanî qonaxa aştiya negatîf bi dawî bûye; derbasî qonaxa duyemîn, yanî qonaxa aştiya pozitîf bûne. Ji ber ku tiştên ku di qonaxa yekemîn de dihatin xwestin, hatibûn temamkirin. Rêber Apo destnîşan kir ku bi diyarkirina statûya wî bixwe re wê derbasî aştiya pozitîf a ku qonaxa duyemîn bibin. Êdî ne tenê sekinandina şer, di heman demê de pêwîst dike ku faktorên ku şer diafirîne jî ji holê bê rakirin.  Wê li ser vê bingehê, entegrasyona demokratîk pêkhatiba, demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd çêbiba.

Ji vî aliyê ve, gelê Kurd û Tevgera Azadiyê, statûya Rêber Apo anîn rojevê. Di 5’ê Gulanê de ku salvegera Kongreya 12’emîn a PKK’ê bû, Rêveberiya Tevgerê daxuyaniyek da û da xuyakirin ku çareseriya vê mijarê şertê herî bingehîn ê nebe nabe ye.

 

 Çarçoveya  nivîsa Bahçeli li ser tesfiyekirina Tevgera Azadiyê bû

Devlet Bahçeli di heman rojê de got ku Rêber Apo wê bibe ‘koordînatorê pêvajoya aştî û siyasetê.’ Her çiqas bi qanûnekê ve nehatibe diyar kirin jî, lê mixatabî û statuya Rêber Apo qebûl kir.  Daxuyaniyên Devlet Bahçeli di astek wisa de bûn ku dikarîbûn erênî werin dîtin. Birastî Partiya DEM’ê nêzîkatiyeke wiha nîşan da. Lê belê piştre, nivîsa ku li ser navê Devlet Bahçeli di rojnameya Türkgünê de derketî, di nav xwe de gelek nakokî dihewandin. Çarçoveya nivîsê li ser tasfiye kirina Tevgera Azadiyê bû. Pozîsyona wî ya têkildarî Rêbertî jî bişêweyî ku di tasfiye kirinê de rol bigire dihat îfade kirin.  Eşkere ye ku tiştekî wiha nayê qebûlkirin. Bi vî rengî, daxuyaniyên wî yên ku di axaftina komê de erênî dihatin dîtin, bi vê nivîsê re rewşek berovajî diafirand. Ji ber vê yekê, pirsên wekî; gelo wê qanûnên ku tê gotin derbikevin, wê çawa derbikevin bi xwe re dianî.  Jixwe beriya niha jî bi caran hatibû gotin ku wê li gorî hesabên xwe hin qanûnan derbixînin û wê pişttre gotiban ku li gorî qanûnan tevnegeriyane û wê ev kiriban sedema êrîşên nû.  Li dijî vê yekê jî hatibû destnîşankirin ku li cihê azadiya raman û rêxistinkirinê nebe û têkoşîna siyasî ya demokratîk bi rengekî azad neyê meşandin, wê mirov bi qanûnên vî rengî ve negihêje tu derî. Ji vî aliyê ve, şiklê derketina qanûnan jî girîng dibe.

Pir bersiva pirsa; ‘çima qanûnên ku dihat gotin wê piştî Cejna Remezanê derbikevin?’ hat gerandin. Nerîna giştî di wê rûberê de ye ku desthilatdariya AKP-MHP’ê li gorî konjonktorê helwest diyar dike û eyarkirinê dike. Bitaybet nirxandinên ku wê AKP-MHP li gorî encama şerê DYA-Îranê polîtîka bimeşîne tên kirin. Em jî van nirxandinan di bingeh de rast dibînin. Ji ber ku dema guhertina zihniyetê çênebe, wê destnîşan kirina li gorî konjonktûra siyasî bê fahm kirin. Jixwe niha jî tê gotin ku wê qanûn piştî Cejna Qurbanê derbikevin.

Ne jiyan kirina guhertina zihnî ya desthilatdariya AKP-MHP’ê di çareseriya pirsgirêka Kurd de, dibe sedem ku ev pêvajo wek esas bibe pêvajoya tekoşînê. Dewlet niha xira kirina pêvajoyê û destpêkirina şer di berjewendiyên xwe de nabîne; Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd jî têkoşîna siyasî rastir dibînin. Rêber Apo ji sala 1993’yan û vir ve di her fersendê de rêvebirina têkoşînê ya li ser zemînê siyasî û hiqûqê esas girtiye. Polîtîka û helwesta îro ya Rêber Apo,  şêwazek polîtîka û tekoşînêye ku 35 sal in dimeşîne. Eger hîna guhertina zîhniyetê û polîtîkaya çareseriyê nadinin holê, wê demê bi xwe spartina danehev û tekoşîna demokratîk a gelê Tirkiye û gelê Kurd ve zemîna demokratîk bûyînê bê bihêz kirin, bi tekoşînê ve avêtina pêngavan dibe erkek. Jixwe Rêber Apo pêvajoyên bi vî rengî di heman demê de wekî pêvajoyên têkoşînê digire dest.

 

Hêviya ku ‘çima dewlet gavan navêje’ şaş e, têkoşîn bi rêxistinbûnê dibe

Li tu devera cîhanê geşedana demokratîk û çareseriya pirsgirêkên girîng bêyî têkoşînê pêknehatiye. Ji vê hêlê ve, gotina ku “çima dewlet gavan navêje” û ketina nav bendewariyeke wiha gelekî şaş e. Ev bê têkoşînî ye; di wateya rast de nexwestina wan tiştên ku mirov çareseriya wan dixwaze ye. Daxwaz tenê bi têkoşînê bi cih tên. Tenê bi gotinê jî nabe. Heger gotin bi rêxistinbûn û çalakiyê neyê temamkirin, gotinên vala ne. Heta bandoreke xirap û rizî dike çêdike. Rêber Apo her dem gotiye ku “zimanê demokrasiyê çalakî ye”. Nakeve nava rêxistinbûn û çalakiyê, hêza wî/ê tineye lê eger dibêje bila wiha bibe welê bibe, wateyek wan gotinan tineye. Divê mirov qîmetê nede gotinên bi vî rengî jî. Di medyaya dijîtal de  diaxive, tweetê diavêje û dihesibîne ku karekî dike! Jixwe hesibandina vê ya wekî xebat û çalakî dibe sedem ku têkoşîn lewaz bibe. Têkoşîn bi rêxistinbûnê ve dibe. Bi rêxistinkirina civakê ya di her warî de û bi çareserkirina pirsgirêkên wê ve dibe. Bi derketina kolan û qadan dibe. Wê demê gotinên ku tên gotin,  dibin xwedî qîmet û watedar dibin.

 

Niha li Tirkiyeyê îmkanên têkoşînê hene. Neketina nav şerek vekîrî ya  dewletê,  tê wateya ku derfetên tekoşînê hene. Eger ji ber mercên siyasî yên navxweyî û derve têkoşîn mezin bibe, pêkan e ku mirov hinek gavan bi dewletê bide avêtin. Hewce ye mirov di nav perspektîf û hişmendiyeke wiha ya têkoşînê de be.

 

Civaka birêxistinkirî nebe nabe ye!

Pêşketin û daîmîbûna têkoşînê jî bi civaka rêxistin kirî ve dibe. Di cihê  ku civaka birêxistinkirî neyê pêşxistin de, navber dikeve tekoşînê. Di hin rewşan de gel bertekan nîşan dide, lê ji ber ku xwe naspêre civaka birêxistinkirî, çalakî nabin herdemî. Ji ber vê yekê, herdemîbûna têkoşînê tenê û tenê bi civaka demokratîk a birêxistinkirî ve pêkan dibe. Gava em dibêjin civaka birêxistinkirî, divê mirov rêxistinbûna komunan fêm bike. Tenê rêxistinbûnên li ser bingeha komunan, civaka demokratîk ava dikin. Civaka demokratîk tenê bi komunê ve pêkan dibe. Eger civak jixwe komun be û xwe bispêre komunan, di wateya rast de civak e. Civaka ku xwe nespêre komunan, di wateya rast de nabe civak. Eger civak di cewherê xwe de komun be, wê demê girîng e ku mirov di nav rêxistinbûneke li gorî cewherê komunê de be.

 

 Komun, rêxistinbûneke fonksiyonel e

Eger xwe rêxistin kirin di şiklê komunê de be, ew rêxistin bi zorê û zextê bi hêsanî nayê belavkirin. Ji ber ku komun, rêxistinbûnek fonksiyonel e. Bi xwe afirandina jiyanê ye. Ji ber vê yekê civak xwedî lê derdikeve. Jiyanên ku ne komun bin, di wateya rast de ne civakparêz in. Ya ku di bin zext, serwerî û mêtîngeriya cur be cur de civak bixwe ye.  Ji vê hêlê ve fahm kirina wateya dîrokî ya komunê, gihiştina zanebûna vî cewherî û hemû jiyanê bi rêxistinên komunan ve wate kirin pir girînge. Ji komunan re nêzîkatiyek wiha ji rêzê nîşandayîn, tê wateya ku me wek mirov rastiya xwe û şêwazê xwe yê hebûnê fahm nekiriye. Jixwe biyanî ketina ji xwe re ya mirovan ew e ku ji ber rastiya civaka xwe dispêre komunan tineye  Eger hişmendiya komunê û civaka demokratîk a birêxistinkirî ya ji vê hêlê ve neyê afirandin, mirov nikare ji xerîb bûnê rizgar bibe.

Ji vî aliyê ve, destgirtina di nava hev de ya xebat û tekoşîna civaka aştî û demokratîk û xebatên komunan pir girîng e.  Aştîxwazî û civakparêziya demokratîk, tê wateya seferberiya rêxistinekê. Heta ku seferberiya rêxistinkirina komunan neyê dabînkirin jî, axaftina li ser aştî û civaka demokratîk ne gelekî bimane ye. Ji ber ku bêyî pêşxistina civaka birêxistinkirî ya li ser bingeha komunan, em nikarin civaka demokratîk pêk bînin. Heta em vê dabîn nekin jî, em nikarin aştiya pozitîf pêş bixin.

 

Aştî tenê bi têkoşîna ku xwe dispêre Kurdan ve nabe

Projeya aştî û civaka demokratîk û têkoşîna ji bo pêkanîna vê projeyê, tenê bi tekoşîna ku xwe dispêre Kurdan ve pêknayê.  Di têkoşîna ku bi hişmendiya netew-dewletê dihat dayîn de, destgirtina wek piştevanê vê tekoşînê ya hêzên demokrasiya Tirkiye esas bû.  Gava ku siyaseta demokratîk û stratejiya çareseriyê wek esas dihate girtin, pêkanîna vê jî bi hêzên demokrasiya Tirkiye re esas dihat girtin.  Hîna jî di nav hêzên demokrasiya Kurd de, nêzîkatiyek piştevan eynî wekî dema tekoşîna netew dewletê didin hêzên demokrasiya Tirkiye.  Ev şaş e. Fêmnekirina stratejiya nû ya têkoşînê ye. Ev yek jî tê wateya neafirandina polîtîka û taktîkên rast, ji ber vê yekê jî tê wateya bêbandor bûnê.

 

Rêber Apo di sala 2014’an de li gorî vê stratejiya nû polîtîka û taktîk danîn holê. Ji vî aliyî ve ji bo pratîkbûna projeya HDK û HDP’ê perspektîf pêşkêş kirin. Di encama van perspektîfan de HDP bû hêzeke siyasî ya bibandor. Niha tê xwestin ku ev projeya siyasî ya ku hemû Tirkiyeyê dihewîne, bê tengkirin û tenê bikin partiyek Kurdan. Bêguman HDP jî DEM jî partiyên Kurdan in. Lê belê tenê partiyek Kurdan nîn in. Hewce ye mirov cudahiya navbera her duyan bibîne. Misyona Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) cûda ye. Jixwe wekî pêkhateyekê di nav HDP’ê de jî cîh digirt. Di nav Partiya DEMê de jî cîh digire. Eger Partiya DEM wekî partiyeke Kurdan were dîtin û bi vî rengî bê destgirtin, wê stratejiya siyasî ya ku hatî pejirandin pûç bibe. Hem wê stratejiyek siyasî ya cuda were meşandin û hem jî wê nêzîkatiyek polîtîk û taktikî ya guncav neyê nîşandan! Ev yek, xwe-tengkirin û xwe-pûçkirin e. Ji ber girîngiya wê, em ê ji niha û pê ve vê mijarê bi rengekî berfirehtir binirxînin.

Li aliyê din, gava em stratejiya çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên siyasî yên demokratîk dimeşînin, tenê ji eniya xwe ve meşandina polîtîkaya rast, taktikî û tîfaqê têra nake. Lazim e ku hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê jî biawayek herî berfireh ji bo serkeftina vê stratejiyê pozîsyon bigirin.  Dibe ne pêkan be ku mirov hêzên demokrasiyê tenê di nav Partiya DEMê de kom bike. Lê belê, anîna muxalîf û hêzên demokrasiyê ya pozîsyona ku alîkarî û piştevanî bidin çarseriya pirsgirêka Kurd û di vê pozîsyonê de girtin girîng e.

 

 Anîna rewşek dijber a mûxalefetê ya ji aliyê AKP-MHP’ê ve, sabotajek li dijî polîtîkaya çareseriyê ye

Gava ku em bi projeya siyaseta demokratîk, aştî û civaka demokratîk re projeyeke çareseriya demokratîk datînin holê; anîna rewşek dijber a  mûxalefetê ya ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve, di eslê xwe de divê wekî sabotajeke li dijî polîtîkaya çareseriya demokratîk were dîtin. Dema ku di her aliyê de cîhanê de  ji bo çareser kirina pirsgirêkan piştevaniyek herî berfireh tê daxwaz kirin,  desthilatdariya AKP’ê bi helwesta xwe ve polîtîkayek ku wan derdorên piştevanî didin vê pêvajoyê jî birevîne dimeşîne. Polîtîkayên ku heta niha hatine meşandin bi vî rengî bûn. Herî dawî  bi betalkirina kongreya CHP’ê, bêbandorkirina CHP’ya ku ne li dijî pêvajoyê û heta di astek diyarkirî de piştgirî dida, ji holê rake.

DEM Partî wek mafdar li dijî vê rewşê derketiye.  Ji ber ku yên ku îro vê yekê li hemberî CHP’ê dikin, wê çi bînin serê Partiya DEM’ê, tevgera siyasî ya Kurd û hêzên çep!  Birastî tişta ku heta niha neanîne serê siyaseta Kurd jî nemaye. Ev helwesta li hemberî CHP’ya di bin serokatiya Özgür Özel de, di heman demê de bûye êrîşek li dijî danehevek demokratîk a li Tirkiyeyê jî. Jixwe polîtîkayek wisa heye ku 100 sal in li ser Kurdan tê meşandin. Têkiliya vê yekê bi hiqûq, demokrasî û nirxên mirovahiyê re qet tunebû.  Niha ev polîtîka û nêzîkatî li ser aliyên din ên mûxalif jî tê sepandin. Bêguman Kurd û hêzên demokrasiyê yên Kurd wê li dijî vê derkevin. Ji ber ku wê di dawiyê de ev polîtîka, rê û rêbaz herî zêde jî arasteyî siyaseta Kurd û gelê wî bibin. Ji vî aliyê ve, gotina Partiya DEM’ê ya ku dibêje ev rewş  tenê bi CHP’ê ve girêdayî nîn e, gelekî rast e.

AKP-MHP dixwaze polîtîkaya xwe ya li ser Kurdan bêyî ku hêzên demokrasiyê tevlî bike bimeşîne. Bêguman ji nêzîkatiyeke wiha têgihîştineke çareseriyê dernakeve. Wekî di metna herî dawî ya Bahçeli de ku di çapemeniyê de derketiye, polîtîkayeke wisa derdikeve holê ku tenê li ser tesfiyeyê disekine. Polîtîkaya hiştina derveyî vê pêvajoyê ya hêzên mûxalif û demokrasiyê, wekî niyetek baş nikare bê dîtin. Bi xêrê nayê şîrove kirin. Bi vî rengî, gotina demokratîkbûnê ya ku dem bi dem tê ziman, ji bilî demagojiyê tu wateyekê îfade nake.

Li Tirkiyeyê polîtîkaya înkarkirina Kurdan û bi qirkirina çandî re Tirk kirina Kurdan gelekî kûr e. Hema bêje zihniyeteke wisa afirandine ku hebûna xwe li ser tunebûna Kurdan ava dike û di her warî de vê yekê berfireh kirine. Rastiya dewleta Tirk û nîşandana vê yekê divê her dem û  hemû saziyan de berçav bê girtin. Ji vî aliyê ve, pêwîste perspektîfa rêxistinbûn û têkoşînê her dem di rojeva me ya bingehîn de be û bibe îstîqameta me. Wekî gelekî ku têkoşîna hebûnê dide, divê mirov her dem di nav vê hestiyariyê de be. Girînge ku divê di vê mijarê de sistbûn û bêhestiyar bûn çênebibe. Heta ku gelê Kurd bigihêje jiyana azad û demokratîk, mecbûriye ku timî  di pozîsyona gelê tekoşîn dide dabe. Jixwe bêyî rastiyeke wisa ya gel, mirov nikare bigihêje jiyana azad û demokratîk.

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00