ŞOREŞA ZÊHNÎ YA KURDAN: “EQLÊ KURD” ÇAWA PÊŞKET?

Xebat Andok

ekleyen Komînal

Eger hîna hinek dikevin nava nêzîkatiyaek wekî “Ez divê li ser her kesî/ê da bim, bila gelê min li ser hemû gelên din da be û divê yên derveyî min bibin kole û ez wan ji holê rakim” ev, di encama jehra dewlet-neteweyê de derketiye holê û nexweşiyek e. Nexwe beriya feraseta yekperest a netew-dewletê nêzîkatiyek wiha pir tine bû. Ev, nexweşî di encama teyîsandinên zîhniyeta netew-dewletê de derketine holê

Hetanî niv sedsal beriya niha jî hebûna Kurdê ku di roja me de xwediyê 60 milyon zêdetir nifusê ye, ti deverê ne dihat qebûl kirin. Kurdên ku di her parçeyek Kurdistana ku dabeşî çar parçeyan bûyî de jiyan dikirin, ji aliyê dewletên ku fermî di nava sînorên wan de diman ve mehkumî civakek ku  tinebûyînê re rû bi rûmayî de bûn. Dest ji xwedî derketina Kurdan a ziman û nasnamê berdîn, li holê dîrokek wan a ku xwedî lê derbikevin jî nehatibû hiştin.

Rêber APO bi pêvajoya afirandina ‘Eqlê Kurd’ ve meseleya hebûna Kurdan çareser kiriye, lê ji bo ku vê hebûnê bigihîne azadiyê vekiriye ku hewldana pêkhatinê ya Sosyalîzma Neteweya Demokratîk meşandiye. Ev jî wek esas hêza zîhnî dixwaze û ji pratîkên derketîn holê jî tê fahm kirin ku Rêber APO hemû tekoşîna xwe li ser bingehê çêkirina vî eqlî daniye holê. Çimkî hetanî ku hêza zîhnî neyê ava kirin zaferên leşkerî yên ku tên zen kirin hatine bidestxistin jî di nava demê de bi xeteriya winda kirinê re rû bi rû mayînê rizgar nabin.

TIRKIYA VÊ NIVÎSÊ BIXWÎNE

Di xwezayê de her tişt zindiye; fikarek wekî xwe ispat bike yan jî bide xuya kirin a hema hebûnek wekî bêgiyan tê pênase kirin tineye. Ji ber ku ev îrade ji eqil zêdetir bi zanebûnê ve girêdayî ye. Eqlê her şane, her parçe û her tiştî li gorî xwe heye; lê dema ku zanebûna wate diafirîne tinebe, wê demê eqil tenê di nava çerxekê de tevgera xwe didomîne. Ji ber vê sedemê bûyîna hebûnek îradî ya ‘hema tiştekî’ nabe mijara gotinê. Heye û nav lê tê dayîn, fonksiyona wê tê diyar kirin û tê nirxandin, ew qas! Eger ji wê wêdatir rewşa tinebûyînê ya hebûnê bibe mijara gotinê, wê rûxandin çêbibe. Eger rûxandin çênebe nexwe veguhertin çêbûye û bi vê veguhertinê ve rewşek nû, avaniyek nû derketiye holê.

Minak, avaniya elementer a ku di cîhana me ya her roj tê xirab kirin de heyî, hatina wan a bi hev re şewazên nû derdixîne holê û ji ber ku li hev kirina wan qadek jiyanê afirandiye, lewra ew qas ferq derketiye naverastê. Eger lihev kirinek wiha neba wê jiyan jî neba. Em dibêjîn cîhana me ya ku tê xirab kirin; ji ber ku elementa heyî, destwerdan li ser hevsengiya avaniya têkel an jî biyolojîk dike ji bo vê jî ahenga derfet dide jiyanê xira dike; yan em rêjeya yekî zêde dikîn an jî dixînin û ev jî hevsengiyê xira dike. Em dikarîn vêya wiha jî îzah bikîn: Eger timî destwerdan li ser atoma oksîjenê bê kirin û bi xira kirinê ve avaniyek nû ya atomê bê derxistin; ger atoma oksîjenê ji holê bê rakirin, her hal wê jiyan jî nemîne. Ji ber ku timî bi destwerdanê ve bê xira kirin û timî veguherîne tiştek din, wê hevsengiya jiyanê ya ku pêkhatî ji holê rake. Wê demê wê av nebe, ji ber vê yekê wê jiyan jî nemîne. Helbet ji ber ku ev, ne di çarçoveya hişmendiyekê de ye lewra ev ji bo elementa oksîjenê bixwe ne dibû pirsgirêkek; lê wê ev, ji bo mirov û hemû zindiyên din biba rûxandinek. Aloziyek nû, çêbûyînek nû, têkelek nû û rewşên nû yên ku ew derdixînin naverastê ku ew jî temamî nayê texmîn kirin ka wê di dema-fezayî de çi bê serê wê.

 

Mirov bi avaniya xwe ya têkel ve gerdûnek biçûk e

Hema gava zindiyek ku di wateya em dizanîn de bi xeteriya tinebûyînê re rû bi rû ma, yan dikeve pozîsyona berxwedanê yan jî bişêwazek li gorî rewşa nû ve girêdayî şikl diguherîne. Lê dema ku hebûna mirov û civakbûyîna ku mirov diparêze rastî xeteriya tinebûyîna mijara gotinê tê, encamên biêş derdikevin holê. Ji ber ku mirov di nava hebûnan de yê herî binirxe; wate dide, wate bar dike. Xemgînî- keyfxweşî, edaletê-bêedaletiyê, wekhevî-newekheviyê, koletî-azadiyê, zext  û berxwedanê vediguheze pêşerojê. Bi avaniya tevlîhev û her tiştî di xwe de dihewîne ve, gerdûnek biçûk e. Her civat jî element û çiqilê vê gerdûna biçûk e.

Heyf û mixabin, gava ku modernîteya kapîtalîst xwe li ser sê lingên xwe ‘kapîtalîzm, dewlet-netew û endustriyalîzmê’ gihand pergalê, qirkirinên pir mezin lidar xistiye. Ji bo ku sermaye serbest û biewle bigere û hê zêde kar bike sermayedaran keda pir mirovan xwarine, hê zêde cih dagirkirine û ji bo ku madeya xav bidest bixin jî xweza biawayek bêperwa bikar anîne. Azweriya bidest xistina kara zêde; pêşî hê zêde hilberînê vekiriye, ji bo hê zêde hilberînê jî rê ji ne girtina tedbîrên ku xwezayê diparêzin vekiriye û xwezaya yekemîn bi xeteriyên mezin re rû bi rû hiştiye. Di encama van ferasetên endustriyalîst dedomandina jiyana xwezayî di bin xeteriyek pir mezin de ye.

 

Nîjadperestiya ku dewlet-netew belav dike nexweşiyek e 

Ji aliyê din ve, feraseta dewlet-netew a ku em bi mijara me ve girêdayî dinirxînin jî bi sedan çand, bawerî, ziman, netew û reng û rengî tine kiriye.Yên ku di nava neteweyên serdest de tunebûn an jî rastî qirkirinê hatin netew bûn. Feraset û fikrê ku bila dewletek her neteweyê hebe yan jî pêwîste mafê diyarkirina çarenûsê ya her neteweyê hebe, ev encam derxistiye naverastê. Feraseta ku bila ji her neteweyê re dewletek hebe, di nava demê de xwe wekî neteweya pîroz, baweriya pîroz, gelê pîroz, nîjad, bawerî û welatê pîroz dîtiye, yên derveyî xwe jî eger jê re xizmet kiribin jî dîsa şibandiye xwe, yanî divê bişibe yê serdest û wekî hêmanek ku pêwîste bê tine kirin girtiye dest. Yek gel, yek welat, yek al, yek bawerî berhemek vê baweriyê ye.

Di encama vê de, eger em cîhanê wek baxçeyekê, her gel û baweriyê jî wekî kulîlk, gul bihesibînin, em ê bibînin ku hewl didin gul û kulîlkên di baxçeyan de vegerînin yek cureyê. Feraset û paradîgmaya dewlet-netew, vê encamê ; ji bo ku her netew hebûna xwe bixîne bin temînatê, hewceye îla dewlet-neteweyê bipejirîne, ava bike û divê gel û baweriyên ku pê re jiyan dikin jî bên tine kirin, derdixîne holê. Eger hîna hinek dikevin nava nêzîkatiyaek wekî “Ez divê li ser her kesî/ê da bim, bila gelê min li ser hemû gelên din da be û divê yên derveyî min bibin kole û ez wan ji holê rakim” ev, di encama jehra dewlet-neteweyê de derketiye holê û nexweşiyek e. Nexwe beriya feraseta yekperest a netew-dewletê nêzîkatiyek wiha pir tine bû. Ev, nexweşî di encama teyîsandinên zîhniyeta netew-dewletê de derketine holê

Hetanî du sedsal beriya niha jî, qasî derketina holê a zîhniyeta dewlet-netew, taybetmendiyên wekî civatên etnîkî hinek civatên din ên etnîkî ji holê rakin an jî bişibînin xwe,berfireh nebûn. Divê em di heman demê de rastiya ku bi derketina holê ya gelên bi dewlet neteweyê re stêrka wan biriqî û hatî biriqandin ve sedan gel bi qetlîam, qirkirina çandî, aborî, qirkirina siyasî û qirkirina civakî re rû bi rû hatîn hiştin bizanîn.

 

Paşeroja bihêz a civakbûyîna Kurd  

Ji bo ku ev hemû rastî baş bên zanîn, fahm kirina avaniya civakî ya dîrokî ya Kurdan girîng e. Zanista dîrokî ji me re dibêje ku civakbûyîna destpêkê di tarzê qlanê de pêkhatiye. Li pêy wê jî qabîleya ku wek rêxistinek parastinê tê dîtinê ava dibe. Di Kurdistanê de pêvajoya qlan û qabîleya ku xwe dispêre pêwendiya xwînê bihezaran sal wekî formek civakî ya bingehîn jiyan kiriye. Eger hîna di Kurdan de malbatparêzî û qabîleparêzî ew qas bihêz be paşeroja wê ya dîrokî ev e. Lê bi rûxandina Konfederasyona Aşîretê ya Medya ku wek lûtkeya konfederasyona qabîleyên ku bûne rêxistinên civakî yên ku xwe dispêrin pêwendiyên xwînê şûnve Kurd, derbasî qonaxek dîrokî ya cuda bûne.

Zerdeşt, şûna qabîletiya ku xwe dispêre pêwendiyên xwînê, bi bîrdoziya xwe ya ji çanda kevneşop a Kurdistanê derketî ve hewl dide ji pirsgirêkên hebûn û azadiya Kurdan re çareserî bigere. Yanî cihê pêwendiya xwînê ya ku çarçoveya wê teng bîrdoziyê datîne. Lê piştî ku bîrdoziya wî ji aliyê tebeqeya desthilatdar a Persan ve kirin olê qesrê şûnve, bandora wê di nava civakbûyîna Kurd de wekî tê xwestin demdirêj berdewam nekir. Jixwe li pêy wê jî, êdî pêvajoyek ku Kurd hewl bidin di nava bîrdoziyên aîdê hinek din de ji xwe re qadên jiyanê ava bikin. Rêveçûyîn baş nîn e û ev rewş di zirûfên modernîteya kapîtalîst de Kurdan tîne rewşa tinebûyînê. Birastî jî dused salên dawî ji bo Kurdan tam tê vê wateyê.

 

Înkara Kurd a zîhniyeta dewlet-netew!

Hetanî niv sedsal beriya niha jî hebûna Kurdê ku di roja me de xwediyê 60 milyon zêdetir nifusê ye, ti deverê ne dihat qebûl kirin. Kurdên ku di her parçeyek Kurdistana ku dabeşî çar parçeyan bûyî de jiyan dikirin, ji aliyê dewletên ku fermî di nava sînorên wan de diman ve mehkumî civakek ku  tinebûyînê re rû bi rûmayî de bûn. Dest ji xwedî derketina Kurdan a ziman û nasnamê berdîn, li holê dîrokek wan a ku xwedî lê derbikevin jî nehatibû hiştin.

Polîtîkayên pişaftinê di her qadê de wekî buldozerekî li ser civaka Kurd derbas bûye, hema hemû nirxên ku li ser navê Kurdîtiyê, ji holê hatine rakirin. Li naverastê Kurdên çiyayî yên ku bi zimanek neyê zanîn ve diaxivin, Tirkên çiyayî yên ku dema pêlî berfê tê kirin navê xwe ji dengê “qert qurt” hildide û Kurdên bidûvik hebûn! Avaniyek ku ji cil û bergên xwe şerm dike, ji rastiya xwe direve mijara gotinê bû. Hema li holê çavkanî, feraset, dane, nêrîn û avaniyek zêhnî ya dîrokî ya ku Kurd xwe bispêrin, bi lêkolînê ve pêşbixînin nehatibû hiştin. Neteweya serdest a her parçeyê, dewlemendiya dîrokî, çandî, aborî, civakî, siyasî ya Kurdan bi helandinê ve ji xwe re kiribûn palpişt. Di encama zîhniyeta dewlet-netew de, domandina hebûna xwe, spartibû li ser tine kirina yê derveyî xwe. Rêber Apo ji çerxa ku li ser Kurdan hatî ava kirin wan destnîşanan dike: “Ji ber ku hemû serhildanên wan dused salên dawî bi qetlîam, sirgûn, zext û cezayên giran ve hatine encam kirin, li pêy wê jî di erdîngariya Kurdistanê de bi xistina dewre ya poltîkayên rûxandina aborî ve Kurd mehkumê birçitiyê hatine kirin, ev bûye sedem ku raçinga civakî ya Kurdistanê parçe bibe, mirov bên rewşa ku derveyî debara malbatên xwe wêdatir tiştek din nehizirin.Ji bo ku gelê Kurd ji vê rewşê bê rizgar kirin, carek din xwedî li hebûn, ziman, çanda xwe derbikeve pêwîstî bi tekoşînek zehmet hebû. Eger îro gihiştibe vê rewşê bi berxwedanên zîndanê ve, bi tekoşîna lehengî ya gerîla ve û bi berxwedana serhildanê ya belavî hemû civakê bûyî ve çêbûye.”

 

Dawî li ‘dîroka bêyom’ a Kurdan anîn

Bi Tevgera Azadiyê ya ku Rêber Apo pêşxistî ve ji bo dîroka Kurd û Kurdistanê rastiyek nû derketiye holê. Piştî Zerdeşt pêşxistina eqlek Kurd, bîrdoziyek Kurd a ku ji pêwendiya xwînê wêdatir diçe û xwe dispêre kevneşopiya civaka dîrokî ya Kurd û çanda wî bixwe hatiye serxistin. Rêber Apo vê pêvajoya ku bi koma Apoyî ve destpêkirî û bi PKK’ê re pêşketin bidestxistî wek “Dîroka Kurd a Nûjen” ve jî vedibêje. Taybetmendiya bingehîn a ku Dîroka Kurd a Nûjen ji pêvajoya pêşiya wê vediqetîne ew e ku teorî û pratîka felsefeya jiyanê ya Apoyî bi hev re hatiye pêşxistin. Her çiqas ji aliyekê ve bi komek biçûk ve hatibe destpêkirin jî, li her deverê rêxistina xwe pêkaniye, ji aliyê din ve ji bo ku vê rêxistina xwe hê zêde bihêz bike ketiya nava çalakiyê û her ku çûye ev hêza xwe ya rêxistinî vegerandiye girseyekê. Yanî zîhniyeta xwe ya ku nasnameya bîrdozî îfade dike daniye holê felsefeya xwe ya jiyanê, bi felsefe û teoriya wê ve rêxistina wê ava kiriye, bi rêxistin kirinê jî hêza çalakiyê pêkaniye û ew hemû bi berxwedanê ve zexm kiriye û veguherandiye sazîbûyînekê. Bi vî awayî ‘dîroka bêyom’ a Kurd rastî guhertinê hatiye, pêvajoya ku wek Dîroka Kurd a Nûjen destpêkiriye. Rêber Apo, pêvajoyên ku bi Apocitiyê ve destpêkirîn û berhemên Tevgera Azadiyê ya ku hetanî roja me hatî wiha îfade dike: “ Tevgera Azadiya Kurd bi tekoşîna 52 salan a Rêbertî re pratîka ji hebûna xwe direve ya ku di Kurdan de pêşketî berevajî dike û pêvajoyek dîrokî ya nû dide destpêkirin. Li kêleka xwedî derketina hebûna xwe ya Kurdan û qebûl kirina vê ya bi hemû dinyayê re jî, dîsa bi saya vê tekoşînê çêbûye. Pêvajoya vê tekoşînê, hişt ku Kurd wek civatek netewî carek din di nirxên hevpar de bên bahev; mîrateyek dîrokî ya ku ji tekoşîna îro şûnve zemîn pêktîne ya civaka Kurd ava kir. Dema ku PKK’ê hebûna Kurdan dida qebûl kirin, bi vê re rêya siyaseta demokratîk vekir û ji bo tekoşînek demokratîk a yekpare danehevek civakî ya girîng bidestxist. Babeta herî girîng a ku pêwîste bal li ser bê kişandin ev e: Rêbertiya PKK’ê bi vê tekoşînê ve care ewilî di dîrokê de “Eqlê Kurd” afirand. Eqlê civakî ya ku hema temamî di civaka Kurd de hatî belav kirin û ji hafizeya hevpar hatî jê birin; bi tekoşîna ku Rêbertiya PKK’ê meşandî ve wek eqlê Kurd ê hevpar, carek din têşe girt. Hetanî ku kevneşopiya çandî ji nû ve neyê şîrove kirin, meseleya civakê rast neyê tespît kirin, nrixên hevpar ên ku pêşiya pêdara ji nû ve ya civakê vedike û civakê digihîne hev neyên tespît kirin û di cîhana nûjen de erkên zehmet ên wekî ava kirina stratejî, taktîk û armancên polîtîk-civakî yên ku pêdiviya civakê pê heyî neyên çêkirin û pejirandina wan a civakê neyê serxistin çêkirina eqlê Kurd ne pêkan bû. Rêbertiya PKK’ê bi hewldana pir alî ve, bi dahûrandinên kûr û berfireh ve hem ava kirina xetek bîrdozî û hem jî afirandina eqlê Kurd ê hevpar serxist.”

 

Hetanî ku hêza zîhnî nebe zafer nabe

Rêber APO bi pêvajoya afirandina ‘Eqlê Kurd’ ve meseleya hebûna Kurdan çareser kiriye, lê ji bo ku vê hebûnê bigihîne azadiyê vekiriye ku hewldana pêkhatinê ya Sosyalîzma Neteweya Demokratîk meşandiye. Ev jî wek esas hêza zîhnî dixwaze û ji pratîkên derketîn holê jî tê fahm kirin ku Rêber APO hemû tekoşîna xwe li ser bingehê çêkirina vî eqlî daniye holê. Çimkî hetanî ku hêza zîhnî neyê ava kirin zaferên leşkerî yên ku tên zen kirin hatine bidestxistin jî di nava demê de bi xeteriya winda kirinê re rû bi rû mayînê rizgar nabin.Wek leşkerî dikare zafera herî mezin jî bê bidestxistin, lê dema ku eqil, fikr, felsefeya wê neyê ava kirin, mehkumê winda kirinê ye. Bêguman divê ev eqil jî li gorî diyalektîka xwezayê û fikr guncav bin. Pêwîste lêgerîna jiyana azad, mirovê/a azad, civaka azad a Kurdan li berçavan bigire. Jixwe di rewşa heyî de Rêber APO ev kiriye.

Di xwezayê de her tişt li ser pêwendiyên giştî-qismî-yekê pêktê. Dema ku her ferdek Kurd hewl dide xwe nas bike, bizane, mecbure ku wek yekê Kurdîtiya ku di xwe de û wek giştî jî mirov nas bike, bizane. Nexwe wê hemû hewldanên fahm kirinê belasebeb biçin. Vaye dema ku Rêber Apo hewl dide xwe (yek) û Kurdan (qismî) fahm bike mirov (giştî), gava ku mirov jî lêkolîn dike ji ber vê sedemê diçe hebûna destpêkê.

 

Di lêkolînên qismî û yekane de ji bo Kurdan rengûrengî û navxweyiya vê, ya bi giştî re ye. Ji ber vêye ku lêkolînên antropolojîk, fîlolojîk, etnolojîk û heta sosyolojîk ên di Kurdistanê de hatîn çêkirin, ji bo hemû mirovahiyê dîrokê ji nû ve dinivîsîne. Eynî wekî kolandinên Xirabreşkê ji nû ve dîrokê dinivîsînin. Di vê derê de qast ew e ku piştî Efrîqaya Rojhilat,Kurdistan dibe dergûşa duyemîn a mirovahiyê. Cara ewiliye ku mirovahî, civakbûyîna xwe ya çawanî û belav bûna xwe di vê derê de dide destpêkirin. Ji vê hêlê ve lêgerînên ku di Kurdistanê de ji bo dîroka gerdûnî hatin kirin, naşibe lêgerînek ku di erdnîgariyek din de tên çêkirin. Qasî tu devera cîhanê çênebûyî, di şênberiya Kurd û Kurdistanê de giştî, qismî û yekjimarî di nava hev de derbas bûne.

Ev rewş Kurdistanê dike mekanê destpêkan, Kurdan jî dike neteweyek ku destpêkan jiyan dike. Dema ku em heqîqeta dîrok zîndiye, ti tişt tune nabe naçe, paşeroj di îro de tê jiyan kirin li berçavan digirîn; bixwe derdikeve holê ku ji bo em xwe nas bikîn, fahm bikîn, zanîna dîrokê çiqas pêwîste. 

 

Wê dîroka Kurd, bibe dîroka komînalîte û ava kirina neteweya demokratîk  

Rêber Apo destnîşan kir ku daneheva dîrokî ya xwe dispêre feraset, çand û nirxên komînal di hebûna Kurd de xwe didin jiyan kirin û pêwîste yên ku Eqlê Kurd esas digirin baldar nêzîkî vêya bibin: “Kurdên ku bi tekoşîna PKK’ê ve hebûn qezenç kirîn, niha di bin barê azad kirina wê hebûnê de ne. Azadiya hebûnê bi dewlet-neteweyê ve nikare bê bidestxistin. Çawa ku dewlet-netewe li dijî xeta komînal demokratîk û neteweya demokratîk a tekoşîna azadiya Kurd be, bi çand û karakterê dîrokî ya civaka Kurd re jî lihev nayê. Kurd seranserî dîrokê timî ji zîhniyeta dewletparêz û şêwazê jiyana wî dûr sekinîn e. Ji ber ku forma qabîle-eşîretê di rêjeyek mezin de jiyana komînal di hundirê xwe de dihewîn in, lewra hebûna xwe bi hezar salin di civaka Kurd de didomîn in. Ji ber vê yekê yekbûna carek din a civakê û gihandina wî ya hebûna xwe wê di komînalîteyê de dîsa rola sereke bileyîze.

Wê dîroka Kurd îro şûnve bibe dîroka ava kirina komînalîteya demokratîk û neteweya demokratîk. Ev, hem li gorî dîrok, çand û raçinga civaka Rojhilata Navîn e û hem jî ji karakterê civakî ya gelê Kurd re dibe rêya herî guncav.

 

Wê zimanên bijehr ên ku cil û bergên Kurdî li xwe dikin têk biçin

Bêguman niha derdorên ku dibêjin xeta Kurdê azad netewpereste, êrîş dikin. Di eslê xwe de ti eleqeya wan derdoran bi Kurdîtiyê re tineye. Derdê wan a yekane ew e ku dijberiya Rêbertî û Kurdîtiyê bikin. Di wateya rast de ti demê ji bo Kurdîtiyê tekoşîn nekirine. Kurdî diaxivin, cil û bergên Kurdî li xwe dikin, behsa Kurdîtiyê dikin, lê dixwazin koka Kurdîtiyê biqelînin.Rêbertî ew wek judenrat pênase kir. Ew judenrat di vê pêvajoyê de jî, li dijî Çareseriya Civaka Demokratîk a ku Rêber APO dixwaze pêşbixîne zimanên xwe yên jehrî bikartînin. Lê  gelê Kurd, li dijî van cure êrîşên ku ji derve tên, bi felsefeya jiyana bi hev re û bi ruhê hevpar re, ji çareseriya meseleya hebûn û azadiyê re seferber bûne. Tê dîtin ku hingî Rêber APO û çareseriya ku dixwaze pêşbixîne fahm bikin, wê hê zêde bi bîrdoziya Sosyalîzma Demokratîk re bigihijin hev û li gorî cewherê jiyana azad jiyanê hê zêde ava bikin.

Kurdan seranserî dîrokê timî bi şiklek komînal hebûna xwe berdewam kirin û wê îro şûnve jî bi gelên cîran re li ser bingehê feraseta Neteweya Demokratîk ve hebûnên xwe bixînin bin temînatê. Di forma qabîletiyê de piştevanî, wekhevparêzî û xweparastina civakî, wek şêwazên tevgera bingehîn hebûnên wan parastibû. Di forma qabîle-eşîretan de xwe spartina çiyayan, civaka Kurd kiribû yek jî gelên ku herî hindik ji bandorên modernîteya kapîtalîst tesîr bûn. Li gel ku ji roja Konfederasyona Medan belavbû û hetanî niha pêşengtiyek ku yekitiya siyasî ya Kurdan bidestbixe derneketibû jî, lê ji xwe re di forma qabîle-eşîretê de şêwazek xweser a parastinê ava kiribûn û di rêjeyek mezin de parastina xwe serxistibûn. Wê li ser bingehê Eqlê Kurd a ku Rêber APO ava kirî jî Sosyalîzma xwe ya Neteweya Demokratîk saz bikin, wê di her devera welatê hevpar de jiyana komînal ava bikin û azadiya xwe bidestbixin.

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00